Jiyana lehenga Kurd Leyla Qasim dibe film
Jiyana lehenga Kurd Leyla Qasim dibe film
Dema weşanê: Sermawêz 17, 2013, 3:47 Dîtin: 809

Jiyana Leyla Qasim ya ku got: “Bi kuştina min re dê bi hezaran Kurd şiyar bibin. Ez ji bo ku canê xwe di oxura Kurdistanê de didim ser bilindim’ dibe film.

Jiyana şoreşgera jina ya ji Başûrê Kurdistanê Leyla Qasim ku bi hewldana xwe ya revandina balefirê ya li dijî rejima Seddam tê nasîn dibe film. Derhêner Nasîn Hesen ku ji bo filmê sînemayê ket nava liv û tevgerê, diyar kir ku ew niha di derbarê agahiyên rast yên jiyana Qasim de xebatan dimeşînin û wiha pê de çû: “ Berhevkirina agahiyên rast demê digire. Dema me ev pêvajo bi dawî kir em dê filmê xwe ku me li ser jiyana Leyla Qasim avakiriye em dê li çend herêmên Kurdistanê bikişînin.”

Leyla Qasim di 1952’an de li Kerkûkê ji dayîk dibe. Dibistana seretayî û amadeyî li vir diqedîne. Ji ber polîtîkayên rejîma Bees ya ku Xaneqînê dikin ereb malbata wê koçî Bexdayê dikin. Qasim li vir beşa sosyolojî qezenc dike. Dema dest bi zanîngehê dike li vir dibe endameke aktîf ya Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê. Di van salan de rejîma Iraqê li dijî kurdan dest bi êrîşên giran kiriye. Her roj bi dehan ciwanên Kurd qetil dike û bi hezaran kesî ji gundê wan derdixe. Leyla Qasim û hevalên xwe ji bo dengê kurdan bidin bihîstin dest bi amadekariya çalakiyê dikin. Plan dikin ku balefirekî ku her wiha berxwedêra Filistînê Leyla Xalid jî balefirek revandibû ji xwe re kirin mînak, birevînin. Lê Leyla Qasim û hevalên xwe di hewldana destpêkê çalakiyê de tên girtin. Di sala 1974’an de rastî îşkenceya giran tê. Piştî demekê jî di 13’ê Gulana 1974’an de tê darvekirin.”

Leyla Qasim di dema darizandinê de ji dadger re wiha dibêje: “Min bikujin lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min dê bi hezaran Kurd şiyar bibin. Min ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe feda kir, ez ji vê serbilindim.” Her wiha dema çû ser sêdarê jî sirûda ’Ey Reqîb’ xwend.