Li Tirkiyê sansûra li ser Sînemayê
Li Tirkiyê sansûra li ser Sînemayê
Dema weşanê: Rezber 10, 2015, 2:13 Dîtin: 771

Mîhrîcana fîlma ya portakala zerin Antalya yê her roja kû diçe bi gotine xwe ,xwe kêm dike û xwe dike binê erdê.

Di bingehde ev sê salin sinemaya turkiyê li bin gûhê hev dikevê,wekî di her tiştî de hukûmeta AKP”ê

Sînemaya turkîyê ji anî ber bi tunebûnê.

Sedema vêya ya yekemîn nepejirandina kûrdaya û xwesteka tunekirina sînemavanê dijbere.

Ez ê çend mînaka bidim.

Mînak :1- Mîhrîcana fîlma ya portakala zerin Antalya yê yekemîn belge fîlma derhekê parka gezîye de ji beşa pêşbirkê derxist,li ser vê bûyerê hin sinemavana bertek nîşandan û berhemen xwe jimihrîcanê kişandin. Piştî va reaksî yona beşa mihrîcanê ya pêşb irka belge fîlma hate sekinandin…

2-( Gotina Recep Teyyip Erdoğan a kû digot kobanî ket û wê bikeve)di dema xelat belavkirina mîhrîcanê da kobanê mohra xwe li beşa xelat belavkirina da.

Bi kûrtasî mîhrîcanê bi sansûrê dest pêkir lê bi silafkrina Şengal’e, Kobanî’yî ,Ezîdiyan, Kûrdan, û gelê mazlum bi dawî bû.

Em werin li ser mîhrîcana fîlma ya stenbolê bi vekirineke bê hempa vebû û me hefteyekî fîlm şopandin û temaşe kirin.Heya kû sira hat fîlmek3i kurt .Heya wê demê kû” belgeya fîlm bi kâr anîne” kû ne bûbû sebeba sekinandina ji bo fîlmen din ji bo fîlme kurdî bûbû asteng.

Fîlmê Çayan Demirel bi navê BAKûR ji ber vê belgeyê hat qedexekirin.

Ji gotinê direktorê mîhrîcane diyarbû kû ev qedexekirin bi devê hukumeteye.Lê karkerên sînemaya sekneke bi rûmet nîşandan û fîlmen xwe û berhemen xwe ji mîhrîcane vekişandin.

Ji ber vê sedemê mîhrîcana fîlma ya stenbolê hemî pêşbazîye mîhrîcanê dan sekinandin.

Niha jî dor dora mîhrîcana fîma ya Enqerê bû fîlmê kû Çayan Demirel yê bi navê “BAKûR “ kû Çayan Demirel derhênêrtîya wî kiribû di beşa pêşbirkede bû ,lê dîsa fîlm ji pêşbirkê hat derxistin.Li ser vê reaksîyone jî serokê jurîyê Onur Ünlü û endamên jurîyê yen din jî bi hevre ji peyvira xwe istifa kirin û sekneke berxwedêr,bi qîmet nişandan.

Ev mîhrîcan jî bi vî rengî hat sekinandin.Gelek mîhrîcan a bi vî rengî berdewam kir.Û aniha jî mîhrîcan bi piranî fîlme kûrdî an jî fîlmê kûrdan qebûl nakin.

Niha Mîhrîcana fîlma ya portakala zerin Antalya yê rêziknameya xwe guherant,belge fîlma mecbûr kirine ku di nav fîlmê metraj direj da bikevin pêşbirkê.Bi vê şêvazê devlîbûna belgefîlma dixwazin bi seknînîn.

Fîlmê metraj direj ye hundirîn diyarîya pere kêmkirin.û Ye navnetewî dîyarîya pere zêdekirin.

Bi rêbazê fîlmê metraj direj ye hun dirîn xwesteka wan a tevlîbûna mîhrîcanê kêm kirin.